"Niha li ber me heyameke nû dest pê dike. Navê vê heyamê serdema dijîtal e"

Erdogan li Daîreya Welîehd ya Qesra Dolmabaxçeyê di Bernameya Vekirina Muzeya Nîgaran ya Piştî Restorasyonê ya Serokatiya Îdareya Qesrên Neteweyî da axivî.

"Niha li ber me heyameke nû dest pê dike. Navê vê heyamê serdema dijîtal e"

Serokomar Erdogan diyar kir dewlemendiya civakan bi feydeya ku dane medeniyetê tê pîvandin û wiha got, "Di demên dawîn da wekî şîroveyeke nûjen ya mîmariya Selçûqî û Osmaniyan em dixwazin şêweyeke mîmariyê ya nû li welatê xwe bi cî bikin."

Erdogan destnîşan kir heyameke ku li dinyayê ji hêla siyasî û aboriyê va rewş ji nû va tê sazkirin li gorî qinaeta wî divê li ser çand, perwerde û malbatê bisekinin.

Serokomar Erdogan diyar kir êdî mafên serdestiyê yên welatan ji sînorên fizîkî wêdatir di alema înformatîk da rastî êrîşan tên û wiha axivî, "Niha li ber me heyameke nû dest pê dike. Navê vê heyamê serdema dijîtal e. Ji bo li welatê sîber xwedî derketinê çawa ku di qadekê da binesaziya teknîkî heye li aliyê din jî çêkirina naverokan heye. m bi biryar in ku di heyama pêş me da bi armanca li welatê sîber xwedî derkevin, him qada binesaziya xwe xurt bikin û him jî naverokên ji şaristaniya me nîşaneyan di nav xwe da dihewînin zêdetir bikin."

Erdogan diyar kir gava hin pêkutiyên ku welatê wan pê ra rû bi rû man wek 'nijadperestiya dijîtal' pênase dikirin hin kes ji vê aciz dibûn û wiha peyivî, "Geşedanên di rojên dawîn da qewimîn nîşan didin ku wêrekiya vê nîjadperestiyê digihêje ku derê. Ji bo li welatê sîber xwedî derketinê çawa ku aliyek ji binesaziyê pêk tê li aliyê din jî çêkirina naverokê heye. Heke em naverokên ku ji welatiyên me bigre heta her mirovê di nav qada sîberê da cî digire hilnede bin tesîra xwe çênekin û wan ber bi qada xwe va nekişînin di parastina vê xetê da emê bi ser nekevin."

Serokomar Erdogan got ku rêzefîlmên me yên ku tê da qala dîroka me, çanda me tê kirin li çar aliyê dinyayê tên şopandin û ev jî nîşan dide ku em di rêya rast da dimeşin.

Erdogan destnîşan kir wê parastina welêt mîna welatê behrê di warê dijîtal da jî heta welatê sîber dikeve berê berfireh bikin û biparêzin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE