"Nijadperestî, dijberiya Îslam û biyaniyan pirsgirêka sereke ya civaka Tirkên li Ewropayê ye"

"Bi birêz Merkelê ra di hevdîtina îro da di serî da pêwendiyên me yên dualî me hemû meseleyên di rojeva xwe da bi berfirehî gotûbêj kirin."

"Nijadperestî, dijberiya Îslam û biyaniyan pirsgirêka sereke ya civaka Tirkên li Ewropayê ye"

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Mixabin nijadperestî û dijberiya Îslam û biyaniyan li Ewropayê hê jî pirsgirêka sereke ya civaka Tirkên li Ewropayê ye."

Erdogan û Serokomara Almanyayê Angela Merkel piştî hevdîtina li Qesra Huberê di civîna çapemeniyê ya hevbeş da axivîn.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got ez hêvî dikim ku xebatên serkeftî yên ku me birêz Merkelê ra meşandin di dema hikûmeta nû da jî bi heman awayî berdewam bikin û wiha pê da çû, "Heger hikûmetên koalîsyonê nebûna wê pêwendiyên Almanya û Tirkiyeyê bigihîştana asteke hê cudatir. Hikûmetên koalîsyonê her gav xebatan zehmet dikin."

Erdogan destnîşan kir bi birêz Merkelê ra di hevdîtina îro da di serî da pêwendiyên xwe yên dualî hemû meseleyên di rojeva xwe da bi berfirehî gotûbêj kirine û got ku ez bawer dikim ku birêz şansolyeyê ji niha û pê da jî wê feydeyeke mezin bide dostaniya Tirk-Almanan.

Serokomar Erdogan diyar kir civaka Tirkan ya li Almanyayê hêla civakî ya pêwendiyên wan destnîşan dikin û dewlemendiya wan ya hevbeş e û wiha axivî, "Mixabin nijadperestî û dijberiya Îslam û biyaniyan li Ewropayê hê jî pirsgirêka sereke ya civaka Tirkên li Ewropayê ye."

Erdogan diyar kir di meseleya penaberan da Tirkiye mînanî mêvanxaneyekê ye.

Serokomar Erdogan destnîşan kir bi Almanya ra dixwazin hecma ticaretê derxin 50 milyar dolarî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE