Nimêja cimaetî li Mizgefta Fatîhê wê bi nimêja înê dest pê bike

Serokê Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş destnîşan kir nimêja cimaetî ku ji ber tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li mizgeftan navber dabûnê li Mizgefta Fatîhê bi nimêja înê ku wê Serokê Diyanetê Erbaş bide kirin dest pê bikin.

Erbaş der barê îbadetên li mizgeftan da ku ji ber Kovîd-19ê navber dabûnê daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Serokê Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş destnîşan kir nimêja cimaetî ya li mizgeftan wê li Mizgefta Fatîhê bi nimêja înê dest pê bike.

Erbaş diyar kir ji ber ku mizgeft cardin ji îbadetê ra tên vekirin sibê di saet 11.00an da li mizgeftên navendî wê hezar û 3 qurbanên ji bona şikirê bên serjêkirin û li hewcedaran bên belavkirin.

Serokê Diyanetê Erbaş got ku belkî hefteya were yan jî di hefteyên pêş da li hewşa Mizgefta Sultan Ahmet û meydana Sultan Ahmet em ê nimêja înê bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE