Nimûneya yekîtî û bihevrebûnê

Keşe û mele dîwarê mizgeftê bi hev re restore kirin

Nimûneya yekîtî û bihevrebûnê

Ji gundê Kefrê ya Kercewsê, dîmeneke wisa hat ku ji bo jiyana bi hev re û yekîtıyê nımûne ye. Keşe Edip Daniel Savcı, tevî meleyê gund, dîwarê mizgefta gund temîr kir.

Ev der gundê Kefrê yê bi ser Kercewsa Batmanê ye.

Dema mizgefta gund hat restorekirin, dîmeneke pir xweş ket ber kamerayan û ji bo biratiyê bû mînak.

Rahibê Manastira Mor Ahoyê Edip Daniel Savcı, ji bo restorasyona camiyê çû alîkariyê.

Keşa û mele, mil dan hevdû, rahiştin bêrên xwe û dîwarê mizgefta Kefrê bi hev re temîr kirin.

Dîmenên xweşik nîşan dan ku dema mirov bixwaze ji bo bihevrebûn û biratiyê tu tişt ne asteng e.

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2018, 11:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE