“Nimra telefonê û adresa malê hînî zarokên xwe bikin”

Ji bo bikaribin bigihêjin malbata xwe divê agahiyên hewce zanibin

“Nimra telefonê û adresa malê hînî zarokên xwe bikin”

Carna li ser zarokên ku winda dibin xeberên nexweş digihêjin ber destê me û em bi were par ve dikin. Li ser îxtîmala ku zarok winda bibin pispor hişyar dikin. Dibêjin ewilî tevdîrên xwe bistînin û xwedê neke tiştekî wisa were serê we di cî de xeber bidin hêzên ewlehiyê.

Zarok winda dibin, malbatên wan perîşan. Li ser nûçeyên van rojên dawî pispor hişyar dikin.

Gelo ji bo zarokên me winda nebin divê em çi bikin?

Pispor dibêjin beriya her tiştî divê malbat hay ji zarokên xwe hebin.

Ya din divê dêûbav nebêjin nabe û li ser vê îxtîmalê hin tiştan hînî zarokên xwe bikin.

Dema malbat ji zarokên xwe xeber nestînin divê çi bikin?

Zarok an jî mezin, li kû derê be bila bibe, hêzên ewlehiyê û saziyên sivîl ji bo dîtina şexsê winda di cî de organîze dibin û heta bibînin dixebitin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE