Semanûr Cangîr hêj xwendekara lîseyê ye û 15 salî ye. Ji xwendinê pir hez dike, niha jî romaneke ku behsa hevaltiya 2 keçikên xwendekar dike nîvîsand. Semanûrê; tevî heval, mamoste û malbata xwe bernameya îmzekirina pirtûka xwe li dar xist.
Semanûr Cangîr li Dêrîka Mêrdînê xwendekara lîseyê ye.
Di dersên xwe de serkeftî ye û ji xwendinê gelek hez dike.
Ligel hezkirina xwendina pirtûkan, berê xwe da nivîsînê û bi navê ARSÎMA romanek jî nivîsî.
Pirtûk li ser hevaltiya 2 xwendekarên lîseyê hatiye nivîsin. Ji bo danasîn û îmzekirina pirtûkê çalakiyek hat lidarxistin.
Semanûr Cangîr niha dixwaze di warê wêje û edebiyatê de bibe nivîskareke mezin.