Nûkirina nasnameya xortekî astengdar li mala wî hat kirin

Li Ardahanê kar û barên nûkirina nasnameya xortekî astengdar li mala wî hat kirin

Nûkirina nasnameya xortekî astengdar li mala wî hat kirin

Li Ardahanê ê kar û barên guherîn û nûkirina nasnameyên astengdar, nexweş, kal û pîran ji hêla Midûriya Nifûs û Welatîtiyê ya Bajêr li malên wan tê kirin.

Eqrebayên Adem Allakê 21 salî yê astengdar ji Midûriya Nifûs û Welatîtiyê ya Bajêr ya Wezareta Karê Navxweyî alîkarî xwestin ku kar û barên nûkirina nasnameya wî di çarçoveya "Xizmeta Nifûsê ya Navnîşanê" da bê kirin.

Wezîfedar hatin mala Allak û nasnameya wî nû kirin.

Midûrê Welatîtiyê yê Bajêr Erhan Hoşafçi ji nûçegihanê AAyê ra got heta niha ji sedî zêdetir welatiyan ra ev xizmet hatiye kirin.

Hoşafçi wiha axivî: "Em qîmetê didin însanên xwe. Dema em vê xizmetê dibin mala wan, em him karê xwe dikin û him jî bi mezinên xwe ra sohbet dikin, diayên wan hildidin. Em kêfxweş in ku vê xizmetê ji wan ra dikin û em hêvî dikin ew jî kêfxweş in. Li navenda bajêr me xwe gihand ji sedî zêdetir welatiyên xwe. Em ji ber vê kêfxweş in."

Nezîr Allakê bavê Adem Allak jî got ew ji ber vê xizmetê kêfxweş e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE