Nobeda dayikên Diyarbekirê 126 roj e dewam dike

Dayik Suheyla Demir "HDP direvîne û teslîmî PKKyê dike. Ez ê mayîna xwe ya li vê derê bidomînim, ez ê keça xwe di destê wan zaliman da bernedim"

Nobeda dayikên Diyarbekirê 126 roj e dewam dike

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 126emîn.

Suheyla Demir ku ji wan dayikan e ku rahêştine wêneyên zarokên xwe û di sir û seqema zivistanê da çalakiya rûniştinê didomînin, di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ew bi dergûşa xwe ya 1,5 salî ji bo keça xwe Hayala ku 5 sal berê ji Agiriyê hat revandin, çalakiya rûniştinê didomîne.

Demirê diyar kir ku ew ê bibiryar çalakiya xwe bidomînin û wiha got, "Em 126 roj e li vê derê ne, em ê mayîna xwe ya li vê derê dewam bikin. Em bibiryar in, heta em zarokên xwe wernegirin, em ê ji vê derê neçin."

- "Ev nexweşîna PKKyê bira êdî xilas bibe"

Dayik Demirê bertek nîşanî rêxistina terorê PKKyê da û wiha xeberda, "Em dibêjin êdî bes e. 40 sal e zarokên me direvînin. Bira ewladên me paşda bidin me. 126 roj e em li vê derê ne, deng û hesê kesî dernakeve. HDP daxuyaniyekê jî nade me, ji me direve, sûcê xwe qebûl kiriye. Wan ewladên me revandin. HDP direvîne û teslîmî PKKyê dike. Ez ê mayîna xwe ya li vê derê bidomînim, ez ê keça xwe di destê wan zaliman da bernedim.

Keça min heger dengê min tê te û tu min dibînî, tikaya vegere. Ev çend me in di vê sir û sermayê da em li benda te ne. Vegere û teslîmî eskerên Tirk be. Êdî ev hêstirên rijandî bes e. Me serî hilda, hûn jî serî hildin da ku ev nexweşîna PKKyê bira êdî xilas bibe. Bira êdî ciwan neçin çiya û dayik jî negirîn."

- "Teslîmî polês û eskerê me bibe"

Dayik Hatice Leventê jî diyar kir ku ew çalakiyê didomîne da ku bigihîje keça xwe Fadimeyê.

Leventê diyar kir ku dilê keça wê qul e û wiha xeberda, "Em bi hêvî tên vê derê. Bira ewladên me bidin me. Bira keça min bidin min. Keça min zirar nedida kêzikan jî. Ka te yê bixwenda û li min binihêriya? Fadimeya min heger tu dibihîzî were keça min, were û teslîmî polês û eskerê me bibe."

Leventê herwiha bal kişand ku wê zehf bêriya keça xwe kiriye û heya ew negihîje keça xwe, ew ê çalakiyê bidomîne.

Bav Celil Bektaş jî bal kişand ku heya kurê wî Yusuf neyê, ew ê neçe.

Bektaş bangî kurê xwe kir û wiha got, "Kurê min diya te pir perîşan e, teslîm bibe."

Bektaş wiha dewam kir, "126 sal jî derbas bibe, em ji vê derê neçin. Heya kurê min neyê ez ê neçim. Em dozê kurê xwe dikin, ne tiştekî din."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE