Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê bi biryardarî didome

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 713emîn.

Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê bi biryardarî didome

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 713emîn.

Aynur Panaya dayik diyar kir ku ew ji bo kurê xwe Emrah çalakiyê dike.

Panayê diyar kir ku HDPyê kurê wê xapand û radestî rêxistina terorê PKKyê kir û wiha got, "Ez kurê xwe ji HDP û PKKyê dixwazim. Heta kurê min neyê, ez ji vir naçim."

Panayê bangî kurê xwe Emrah kir ku bireve û xwe xilas bike.

Şevket Bingolê bav jî diyar kir ku ew ji bo kurê xwe Tuncay çalakiyê dike.

Bingol diyar kir ku berpirsê revandina kurê wî, HDP ye û lewma jî Bingol bertek nîşanî HDPyê da û wiha got, "HDPyê çawa cîgera van dê û bavan şewitand, Xwedê wisa jî cîgera wan bişewitîne. HDP dibêje ku ew doza Kurdan dişopînin, lê li ser xwîna Kurdan rantê dike. Doza Kurdan nameşîne. HDP ne nûner û partiya Kurdan e. Dibêjin em ji bo Kurdan li vir in. Heger wisa be, ka were û van zarokan ji PKKyê bixwaze."

Bîngol bangî kurê xwe û yên di destê rêxistinê da kir û wiha got, "Birevin xwe xilas bikin. Xwe radestî esker û polêsên Tirk bikin. Tu xêra wan ji we ra tuneye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE