Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê di roja 214an da dewam dike

"Bi îzna Xwedê em ê van zaran paşda bistînin"

Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê di roja 214an da dewam dike

 Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 214an da dewam dike.

Zumrut Salîma ji bo Hamzayê kurê xwe yê 6 sal berê di 14 saliya xwe da hat revandin ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê hat beşdarî çalakiya rûniştinê bû diyar kir ku 214 roj e çalakiya rûniştinê didomînin, hetanî negihîjin zarên xwe ew ê dev ji çalakiyê bernedin.

Salîmê got 6 sal e ji kurê xwe tu xeberekî hilnade û wiha pê da çû: 

"Hamza kurê min vegere mala xwe, min gelekî bîriya te kiriye. Ez li vê derê li hêviya te me, hetanî tu neyê ez ji vê derê naçim. Were teslîmî dewletê bibe. Heke tu bîriya me dikî vegere mala xwe. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim, wan kurê min xapandin û ji qursa Quranê hildan birin."

Celîl Begdaşê ji bo Yusufê kurê xwe yê di 16 saliya wî da revandin çiyê beşdarî çalakiyê bû jî got ku 11 meh berê kurê wî revandin.

Begdaş destnîşan kir ku kurê wî ji Avahiya Bajêr a Diyarbekirê ya HDPyê revandin çiyê, montê kurê wî jî li heman avahiyê dîtin, ligel vîrusa koronayê dê û bav ew ê çalakiya xwe bi dawî nekin.

Begdaş wiha axivî: 

"Ez ji HDPyê ra dibêjim bira dev ji zarên me berde. Bi îzna Xwedê em ê van zaran paşda bistînin. Em li vê derê ne, hetanî zarên me neyên ji vê derê ranabin. Bira zarên me bidin em ji vê derê herin. Va agir berê malên Kurdan da. Bira ji zarê 10-15 salî tiştekê hêvî nekin. 7 meh e em li ber derê wan in kesî nehat negot 'Hûn çi dixwazin?' Ev nikarin bibin nûnerê min. Êdî qidûm di me da nema, bira zarên me bidin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE