Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê di roja 358emîn da dewam dike

"Her her roj dimirim. Ezê heta nefesa xwe ya dawî kurê xwe bixwazim"

Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê di roja 358emîn da dewam dike

Nobeda ewladan a ku dayikên Diyarbekirê bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dan destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên ku ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin di 3yê îlonê da dan destpêkirin kete roja 358emîn.

Dayik Necîbe Çîftçiya ku ji bo kurê xwe Rojhatê ku 6 sal berê revandin çiyê ji Şemzînana navçeya Hekariyê hat û beşdarî çalakiyê bû got ku ewladekî wê revandin serê çiyê, kurê wê yê din ê ku li birayê xwe digeriya 3 sal berê bi destê terorîstên PKKyî hat kuştin.

Çîftçiyê got ku "Em 358 roj in li ber derê avahiya bajêr a HDPyê vê têkoşînê didomînin. Em ê ji vir neçin." û ragihand ku Kurd e û PKKya rêxistina terorê û HDPyê ew mexdûr kir.

Çîftçî wiha axivî: 

"Ez ewladê xwe dixwazim. Ji wan pere mere naxwazin, canê xwe dixwazin. Bila canê me bidin me, em hildin biçin mala xwe. Em cardin nayên ber deriyê wan. Êdî bes e. Neviyên min dibêjin ku 'Zaliman bavê me kuşt, mamê me ji destê zaliman xilas bikin.' Ez jî dibêjim ku dê bi îzna Xwedê û hêza dewleta me em ê xilas bikin."

Dayik Solmaz Ovunça ku ji bo kurê xwe Baranê 5 sal berê ji Wanê di 15 saliya wî da revandin çiyê beşdarî çalakiyê bûye diyar kir ku heta bigihêje kurê xwe dê çalakiya xwe bidomîne.

Ovunçê ragihand ku ev 5 sal e ji ewladê xwe cuda ye û got ku "Kezeba min jê kirin. Ew canê min bû. Berxika min 5 salan ji min cuda ma. Êdî bes e bila ewladê min bidin min. Ez tenê kurê xwe dixwazim."

Ovunç wiha axivî: "Xwezî min bikuştana lê ewladê min ji min nesitandana. Xwedê dizane ka ev 5 sal e ez çi dikşînim. Cihê Baranê min tijî nabe. Ez her roj dimirim. Ez ê heta nefesa xwe ya dawîn kurê xwe bixwazim. Ez ê kurê xwe hildim. Kurê min heke tu dengê min dibihîzî were teslîmê edaletê bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE