Nobeda Ewladan: Li Mûşê jimara malbatan derket 24an

Li Mûşê jimara malbatên dixwazin zarokên xwe ji rêxistina terorê xilas bikin derket 24an

Nobeda Ewladan: Li Mûşê jimara malbatan derket 24an

Li Mûşê hejmara malbatên ji bo zarokên xwe ji PKKya rêxistina terorê xilas bikin çalakiyê dikin derket 24an.

Malbatên ji bo zarokên xwe yên revandine çiyê HDPyê berpirsyar dibînin vê hefteyê jî çalakiya li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê domandin. Malbatan di çalakiya îro da pankartên li ser "Zarokên me bidin me", "Dayik têdikoşin", "Êdî bes e, ji pêsîra me bikevin", "Êdî bes e ewladên me berdin" û "Hûn ê ewladên me bidin" hatibûn nivîsandin dan destê xw.

Dê û bavên wêneyên ewladên xwe dabûn destê xwe li dijî HDPyê dirûşme gotin, bertek nîşan dan.

Mustafa Çelîkê ji bo birayê yê revandine çiyê beşdarî çalakiyê bû daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku birayê wî dema 27 salî bû li Stenbolê hat revandin.

Çelîk destnîşan kir ku li her alî li birayê xwe geriya û wiha axivî: "22 sal e ji birayê xwe xeberekê hilnadim. Heke zindî ye bira li min bigere, were teslîmî dewletê bibe."

Şemsettîn Ozcan jî got malbateke din jî beşdarî çalakiya 35 hefte ye didomînin bû û hejmara wan zêde bû.

Ozcan got ku ew ê guh nedin berfê û zivistanê çalakiyê bidomînin û wiha pê da çû:

"Em ewladên xwe ji HDPyê dixwazin. HDP Kurd nîne, heke Kurd bibûya ew ê li vê derê bibûya, bihata derdê me guhdarî bikira. Zarokên me dibin difroşin. Zarokên wan dixebitin, zarokên me li serê çiyê ne. Em vê qebûl nakin. Hetanî ewladên xwe ji HDPyê nestînin em ji vir naçin. HDP car caran ji me ra xeberan dişîne, dibêje 'hûn çima diçin wê derê'. Heke dengê me dibihîzin werin teslîm bibin. Hûn xapandin û birin. Li Tirkiyeyê bi tenê alayek heye. Ev dixwazin me wekî Sûriyeyê bikin."

- O.Syê ji rêxistina terorê reviya piştgirî da dayikan

O.Syê 23 salî ku 2014an li Stenbolê xapandin û birin çiyê, lê di 2018an da ji rêxistina terorê reviya û teslîmî hêzên ewlekariyê bû, piştgirî da dayikan û bangî terorîstan kir ku teslîm bibin.

O.S. kon ziyaret kir û destê dayikên beşdarên çalakiyê paç kir.

O.S. diyar kir, dema ew di nava rêxistinê da bû, wî êşkence dît û wiha got, "Gelek tiştan dibêjin yên wekî 'dewlet êşkenceyê dike'. Tu tiştekî wisa tune. 3 sal e ez ji çiyê hatime, ez li cem malbata xwe me. Ez bangî ciwanên li çiyê dikim, werin cem diya xwe."

O.S. got ew poşman e ku ew çû çiyê û wî malbata xwe xemgîn kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE