Nobeta dayikan berdewam e

Malbateke din jî ji bo ewlada xwe beşdarî nobetê bû.

Nobeta dayikan berdewam e

Li Diyarbekirê, li ber HDP’ê nobeta dayikan berdewam e. Dayikên ku ji rêxistina terorî zarokên xwe dixwazin 319 roj in nobetê digirin. Herwiha her ku diçe malbatên nû jî tên û tevlî nobetê dibin.

Çalakiya malbatan a li ber HDP’ê 319 roj in berdewam e.

Ji Hatayê jî malbateke nû beşdarî nobetê bû.

Ali Özkan ji bo xwişka xwe Esra Özkan, niha beşdarî nobetan bûye.

Xwişka wî gava beşdarî rêxistina terorî bû hêj 21 salî bû û 7 sal in haya malbatê jê nîne.

“ Heke di dilê wan de misqalek rehm hebe bila zarokên me li me vegerînin.. Ez bangî xwişka xwe dikim bila vegere û xwe bispêre dewleta me.Gelek malbat li vê derê gihiştin miraza xwe. Hêvîdar im tevî min, malbatên din jî bigihîjin armancên xwe.”

Ali Özkan bangî xwîşka xwe kir ku vegere.

“ Êdî bila dûrî zarokên me sekinin. Heqê tu kesî nîne rondikan li çavên dê û bavan birijîne. 01:42 Înşallah rezîl û helaq bibin. Xwedê bila wan helaq bike.”

Malbat heta ku negihîjin zarokên xwe wê dev ji nobetê bernedin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE