Nobeta dayikên Diyarbekirê di roja 90emîn da ye

Dayikên Diyarbekirê ku ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin, li ber avahiya bajêr a partiyê di 3yê îlonê da çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin û çalakiya wan ket roja 90emîn

Nobeta dayikên Diyarbekirê di roja 90emîn da ye

Nobeda ku Dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê ku ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin, li ber avahiya bajêr a partiyê di 3yê îlonê da çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin û çalakiya wan ket roja 90emîn.

Li Diyarbekirê Hacîre Akara dayik ji bo Mehmet Akarê kurê xwe yê ku revandin serê çiyê, HDP wek berpirsê revandina kurê xwe dît û îdia kir ku HDP bûye navbeynkar. Akarê ji bo vê di 22yê tebaxê da li ber avahiya partiyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Akar ji bo ku kurê xwe nexe qurbana terorê çalakiya rûniştinê da destpêkirin û çalakiya wê bi ser ket, di 24ê tebaxê da gihîşt kurê xwe. Têkoşîna ku dayika Hacîreyê seba kurê xwe da, ji bo dayikên din ên ku heman êş û janê dikşînin jî bû mînak.

Fevziye Çetînkaya, Remziye Akkoyun û Ayşegul Bîçerê jî çav da Akarê û di 3yê îlonê da çalakiya rûniştinê da destpêkirin û jimara malbatên ku beşdarî çalakiyê bûn roj bi roj zêde bûn.

Dayik li benda wê rojê ne ku bighêjin ewladên xwe.

Dayik digel sir û sermayê carinan jî rastî heqaretên rayedar û partiyiyên avahiya bajêr a HDPyê tên, lê dîsa jî di destê wan da wêneyên zarokên wan û çalakiya rûniştinê didomînin.

- "Em dev ji vê doza xwe ya mafdar bernadin"

Suheyla Demir ji Agiriyê bi dergûşa xwe ya sal û nîvekê va seba Hayala keça xwe ya ku 5 sal berê revandin serê çiyê, hat Diyarbekirê û her çend 90 roj ser ra derbas bûbin jî got ku ew çalakiya xwe didomînin.

Demirê diyar kir, heta ku keça wê negihînin wê, ew ê venegere mala xwe û wiha dewam kir:

"Baran dibare, lê em dîsa jî li vê derê ne. Em dev ji vê doza xwe ya mafdar bernadin, lewra em tenê ewladên xwe dixwazin. 3 meh e em li vê derê ne, lê tu HDPyî nehatin cem me. Tu tiştek ji me ra negotin, berevajiyê vê pişta xwe dan me û çûn. 'We' zarokên me derxistin serê çiyê, hûn ê wan paşve bînin. Her kes dizane ku bi PKKyê ra tevkariyê dikin."

- "90 sal derbas be jî em li vê derê ne"

Songul Altintaş jî seba Muslumê kurê xwe yê ku 5 sal berê revandin serê çiyê, çalakiya rûniştinê dike. Altintaşê diyar kir, wê ji bo ku kurê xwe ji destê terorîstan xelas bike, 5 salan têkoşîn da.

Altintaşê diyar kir, heta ku ew negihêjin zarokên xwe çalakî wê bi dawî nebe û wiha dewam kir, "90 sal derbas be jî em li vê derê ne. An ez ê kurê xwe bistînim yan jî ez ê li vê derê bimirim. Berf jî bibare em naçin, ji biryara xwe nayên xwarê. Hindurê me şewitandin, êdî bes e kurê min berdin."

- "Min pir bîra kurê xwe kiriye"

Cennet Kavakliya ku ji Gazîantebê hatiye jî got ku digel şert û mercên zor û zehmet ew ê çalakiya xwe bidomînin.

"Kavakliyê wiha got, "Min pir bîra kurê xwe kiriye. Înşallah dawiya PKKyê were, hemû biqedin. Bira êdî hesirên dayikan nebarin, ewladan dernexin serê çiyê, neyên revandin. Cegera min ji min kut kirin, nadin min. Qeyê pir hêsan e ku destê dayikekê ji ewladê wê biqetînin?"

- "Hezar mêtre berf jî ser min da bibare ez ji vir naçim"

Salih Gokçe jî ji bo Mehmetê kurê xwe yê ku 4 sal berê hat revandin, ji Agiriyê hat û beşdarî çalakiyê bû. Gokçe jî got ku îro rojbûna kurê wî ye.

Gokçe wiha axivî, "Înşallah ewladê min ê were. Hezar mêtre berf jî ser min da bibare ez ji vir naçim. Înşallah ewladê min ê jî sax silamet were. Kurê min, guh bide bavê xwe û were teslîmî dewletê bibe."

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE