Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bo ewladan dewam dike

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bo ewladan dewam dike

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin bi biryardarî dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin ev 341 roj e didome.

Hatîce Aya ji dayikên bi wêneya ewladên xwe çalakiyê didomînin diyar kir ku ji kurê xwe yê 5 sal berê di 16 saliya xwe da revandin çiyê tu xeberekê hilnade.

Ayê destnîşan kir ku ewladê wê nexweş bû û wî bi xapandin birine serê çiyê û wiha pê da çû: "Ez ji HDPê kurê xwe dixwazim lewra HDPê kurê min şand. Ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Baweriya min bi Xwedê û dewletê heye, înşeallah wê ewladên me hemûyan bînin û bigihijînin me."

Şevket Bîngolê ku ji bo kurê xwe tevlî çalakiyê bû jî got ku ew 341 roj e li vê derê çalakiya xwe didomînin û digel vê ji HDPê bo wan tu daxuyanî nehat dayîn.

Bîngol diyar kir ku HDP ev 40 sal e ji miletê Kurd îstifade dike û wiha domand: "Ez bangî hemû parlementeran dikim bila werin û piştgiriyê bidin me. Bila ji parlementerên HDPê ra bibêjin we zarokên me bir. Parlementerên HDPê nayên ser rêya wîjdanê. Tuncayê min heke tu min dibinî were vegere." 

Fahrettîn Akkuşê ji bo kurê xwe çalakiyê dikir jî got ku ew heta ewladê xwe hilnede naçe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE