Nobeta dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê digel sermayê li pêşiya Serokatiya Bajêr ya HDPyê dewam dike.
Dayikên Diyarbekirê ji revandin û derxistina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin û ji bo vê jî ji 3yê Îlona 2019an pê va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan ket roja 166an.
Ji dayikan Vahîde Çiftçiya digel berf û sermayê çalakiyê didomîne destnîşan kir ji bona keça xwe ya bi navê Ozlem ku 2 sal berê dema 12 salî ji Şemdinliya navçeya Hekariyê revandine çiyê hatiye.
Çiftçiyê diyar kir ji bona rûniştinê nehatiye ber HDPyê û got ku min zarokên xwe yên din hiştine û hatime, dixwazim Ozlema keça min vegere.
Vahîde Çiftçiyê di xeberdana xwe da wiha got: "Keça min li çiyê di sermayê da birçî dimîne. Ez dixwazim keça min vegere. Keça min heger dengê min tê te vegere û teslimî dewletê bibe. Hin kes teslîm bûn, tu jî were. Min dixwest qelem di destê te da be û bixwînî. Min nedixwest çek di destê te da be. Ji bona te li vir im."
Fahrettîn Akkuşê ji bona Erkanê kurê xwe di çalakiyê da ye û got ku 166 roj in ji bona zarokên xwe têkoşînê didin.
Akkuş diyar kir berf û baran agirê di nav dilên wan da natemirîne û wiha peyivî: "Êdî serma tesîrê li me nake. Ji ber êşa ewledan serma, berf û baran tesîrê nake. Heta em zarokên xwe hilnedin ji vir naçin."
Fahrettîn Akkuş destnîşan kir hin malbatên di çalakiyê da gihîştin zarokên xwe û bangî Erkanê kurê xwe kir ku vegere.