Nobeta ‘em zarokên xwe dixwazin’

Diya Silêman: Bila Galatasaray kurê min ji PKK’ê bixwaze

Nobeta ‘em zarokên xwe dixwazin’

Süleyman Çetinkaya ji futbolê pir hez dikir, xewn û xeyala wî ew bû ku bibe kalevanê Galatasarayê. lê ew xapandin û birin çiyê. dayika ku li ber avahiya HDP’ê çalakiya rûniştinê dike ji tîma zer û sor alîkarî xwest û got: “ez naxwazim kurê min li çiyê be, ez dixwazim bila were û bibe futbolîst.”

Dayika Fevziye Çetinkaya bi keser û hesreta kurê xwe formaya wî ya futbolê bêhn dike.

Lewra rêxistina terorî PKK’ê di 30ê tebaxê de kurê wê yê 17 salî xapand û bir çiyê.

Malbata Çetinkaya li gundê Rehmanan a navçeya Egilê dijî. Fevziye û Şahap Çetinkaya di nav feqîriyê de 11 zarokên xwe mezin kirin.

Süleyman Çetinkaya bi xîret bû û hewl dida malbata xwe ji perîşanîyê xilas bike.

Zarokê 17 salî di tîmên amator de kalevanî dikir û alîgirê Galatasarayê bû. Xewn û xeyala Süleyman ew bû ku bibe kalevanê kuluba zer û sor.

Lê belê rêxistina PKKê bi turnûvayên futbolê Süleyman Çetinkaya xapand û bir çiyê.

Malbata Çetinkaya bi cisareta dayika Hacîre Akarê li ber avahiya HDPê di 3yê îlonê de dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Fevziye Çetinkaya dibêje: “Ez naxwazim kurê min li çiyê be, bila were bibe futbolîst”.

Odeya Süleyman bi poster û formayên Galatasaryê hatiye xemilandin. Dayika wî ji bo bigihêje kurê xwe ji futbolîst û kuluba Galatasarayê alîkariyê dixwazin.

Dîroka nûkirinê: 10 îlon 2019, 16:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE