Nobeta ewladan 200 roj e dewam dike

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 200î da dewam dike.

Nobeta ewladan 200 roj e dewam dike

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 200î da dewam dike.

Hacîre Akara dayik di 22yê tebaxa 2019an da îdia kir ku Mehmet Akarê kurê wê bi navbeynkariya HDPyê revandine çiyê û li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.  Akar di 24ê tebaxê da gihîşt kurê xwe.

Piştî ku Akarê encam bi destê xist ev ji bo dayikên ku dixwazin bigihêjin zarokên xwe bû mînak.

Hejmara malbatan roj bi roj zêde bû

Fevziye Çetînkaya, Remziye Akkoyun û Ayşegul Bîçerê di 3yê îlona 2019an da li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin, her ku çû hejmara malbatan zêde bû û derkete 125an.

13 malbatên beşdarî çalakiya rûniştinê bûn gihîjtin zarokên xwe, dayikên ku cigera wan dişewitin hê li benda zarokên xwe ne.

Çalakiya rûniştinê bi biryardarî dewam dike.

Guzîde Demira ji bo Azîz Demîrê kurê xwe yê 4 sal berê di 16 saliya wî da revandin çiyê çalakiyê didomîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo kurê xwe 4 sal e têkoşînê dide.

Demirê diyar kir ku 200 roj e çalakiya rûniştinê didomînin û di xwazin bigihêjin zarokên xwe.

Demirê got ku 4 sal e hesret ma ye û wiha pê da çû: 

"Azîz were malê, min bêriya bêhna te kiriye. Azîz kurê min dî vegere, kekên te jî bîriya te kirine, li benda te ne. Ciyê te ew dera nîne. PKK-HDPyê tu xapandî birî. Hetanî zarokên xwe hilnedin em naçin."

"Ez ê te bi destê wan ra bernedim"

Fadîme Aksuya ji bi Eren Yalçinê 5 sal berê di 17 saliya xwe da revandin çiyê beşdarî çalakiyê bû jî got hetanî negihêjin zarokên xwe ew ê dev ji çalakiyê bernedin.

Aksuyê got dema kesên ji rêxistinê direvin û digihîjin malbatên xwe dibînin hêviya wan zêde dibe û wiha pê da çû: 

"Kurê min hetanî te hilnedim ji vê derê naçim. Ez ê hetanî dawiyê şer bikim, te bi destê wan ra bernedim. Dewlet, esker û miletê me heye, hetanî te hilnedim naçim. Kurê min bi wan bawer neke, bi eskerêm ne bawer bike. Wan tu xapandin û birin."

"Zarokên xwe ji HDPyê dixwazin"

Ekrem Gokkuşê ji bo Okanê kurê xwe yê 5 sal berê di 12 saliya xwe da revandin çiyê çalakiyê didomîne jî got hetanî negihêje kurê xwe dev ji çalakiyê bernade.

Gokkuş got ku bi salan e ji kurê xwe xeberekî hilnade, kurê xwe ji HDPyê dixwaze.

Şehmuş Kayayê ji bo Vedat Kayayê kurê xwe beşdarî çalakiyê bû got hetanî kurê xwe hilnede di ciyekî da naçe.

Kaya diyar kir ku PKKya rêxistina terorê dijiminê Kurdan e, zarokên 13, 14 salî direvîne çiyê û sîlahê dide destê wan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE