Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê: Dayika 90 salî ji bo kurê xwe tevlî bû

Dayika 90 salî ji bo kurê xwe beşdarî nobeta ewladan a li Diyarbekirê bû

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê: Dayika 90 salî ji bo kurê xwe tevlî bû

Dayikeke din jî ji Bîngolê hat û beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê didomandin bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 430yî da dewam dike.

Cemîle Koşara 90 salî ya ji Solxana navçeya Bîngolê hat û ji bo Recepê kurê xwe beşdarî çalakiyê bû bi Kurdî axivî û got ku 6 sal berê di 24 saliya wî da HDPyiyan kurê wê xapandin û derxistin çiyê.

Koşarê got ku 6 sal e li kurê xwe digere û wiha axivî: "Kurê min revandin. HDPyê kurê min bir. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim."

Koşarê axaftina xwe wiha domand: "Kurê min vegere mala xwe. Kurê min heke halê min dibîne bira were wijdanê vegere mala xwe. Ez nizanim kurê min çito çû. Pereyê wî jî tunebû. Li gund hin pere sitand û got ew ê ji bo kar here Stenbolê. Wî û birayê xwe li Stenbolê kar dîtibûn. Ew ê biçûna wê derê. Çi bû di heyama wê hilbijartinê da bû. Ez li her ciyî geriyam lê me nedît."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE