Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

 Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

 Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 187an da dewam dike.

Hatîce Leventa dayik a çalakiya rûniştinê didomîne diyar kir ku gelekî bêriya Fadîmeya qîza xwe kiriye.

Leventê ji qîza xwest ku bira ji rêxistina terorê bireve û got, "Fedîmeya min ez naxwazim kefen li te bikim, dixwazim xêlî û bûkeniyê li te bikim."

Leventê diyar kir ku 187 roj e li kon nobetê didomînin û wiha pê da çû: "Em li benda zarokên xwe ne. Hetanî zarokên xwe hilnedin jî em naçin. Qîza min were ez dixwazim sûretên te paç bikim û bîna te hildim. Em li vê derê pêrîşan bûn. Nerindiya li me kirin êdî bes e. Bira zarokên me bidin. Bira zarokên me di qul û çalan da negrin."

Cennet Kabakliya dayik jî diyar kir ku kurê wê 5 sal berê bi destê PKKya rêxistina terorê hat revandin û got, "Ez ji HDP û PKKyiyan kurê xwe dixwazim."

Kabakliyê got gelekî bêriya dengê kurê xwe kiriye û wiha pê da çû: "Bira ewladê min paşda bidin min. Hejmara malbatên beşdarî çalakiyê dibin zêde bû. Înşallahê zarokên her kesî ew ê werin, kurê min jî berdin. Hetanî kurê min neyê ez ji vir ranabim. Hetanî koka me neqelînin em ji vir naçin. Înşallah dawiya wan ê were."

Wekî mayîn 2 malbatên ji Şirnexê hatin jî beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE