Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

"Em bi tenê canê xwe dixwazin. 5 sal e xew neketiye çavê me."

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Nobeta dayikên Diyarbekirê ya li ber Serokatiya Bajar a HDPyê dan destpêkirin ku zarokên wan ên revandine çiyê li wan bên vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin ket roja 262yemîn.

- "Ez benda kurê xwe me"

Zumrut Salima ji Yuksekovaya Hekariyê ji bo kurê xwe yê Hamza yê ku 6 sal berê dema 14 salî bû revandin çiyê beşdarî çalakiyê bûye got ev 262 roj in ew li vir in.

Dayika Zumrutê got heta zarokên wan neyên ji wan ra eyd tune û wiha axivî: "Ez bangî HDPyê dikim, çawa kurê min ji qursa Qur'anê birin bila wisa jî bînin. Ez benda kurê xwe me. Kurê min Hamza tu niha li ku bî û heke dengê min tê te, vegere malê. Ew rê ne rêya te ye."

- "Em bi tenê canê xwe dixwazin"

Abdullah Demirê ji bo kurê xwe Fatih Demir çalakiyê dike jî got ewê ji ber derê HDPyê neçin û wiha dewam kir: "Mala me û zarokên me jî heye. Em jî dixwazin li malê bi zarokên xwe ra bisekinin. Xwedê êşa ewladan nede tu kesî. Em bi tenê canê xwe dixwazin. 5 sal e xew nekete çavê me. Xwedê vê qebûl dike? Bila alema îslamê ji me ra dia bike. Kî bûye sebeba zarokên me Xwedê heqê me ji wan ra nehêle. Em ji bo siyasetê li vir rûnanên. Kî zarokên me bîne ew taca serê me ye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE