Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Solmaz Ovunça ji bo Baranê kurê xwe yê 5 sal berê di 15 saliya xwe da hat revandin ji Wanê hat beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku hetanî zarên wan neyên ew ê çalakiyê bidomînin.

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 291î da dewam dike.

Solmaz Ovunça ji bo Baranê kurê xwe yê 5 sal berê di 15 saliya xwe da hat revandin ji Wanê hat beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku hetanî zarên wan neyên ew ê çalakiyê bidomînin.

Ovunçê got ku bi navbeynkariya HDPyê kurê wê birin teslîmî PKKyê kirin û wiha axivî: 

"HDPyê kurê min hilda û da PKKyê. HDPyê ez li vê derê kurê min li çiyê mehkûm kiriye. Ez kurê xwe dixwazim. 291 roj e ez li vê derê me. 92 sal jî derbas bibe ez ê ji bo kurê xwe li vê derê bisekinim. Em hesreta kurê xwe mane. Ew diz in, ewladê min dizîn. Ez ji wan kurê xwe dixwazim. Li ku derê be bira bînin. Ew kujerê zarokan in. Hetanî bikevin ber sekeratê ez li vê derê têkoşînê bidim. Ez ê kurê xwe ji destê wan zaliman xilas bikim."

Ovunçê bangî kurê xwe kir û wiha got: "Baran, kurê min heke dengê min dibihîzî were, teslîmî edaletê bibe. 13 kes hatin gihîştin malbatên xwe. Li malên xwe ne. De te soz dabû min û gotibû 'Ez ê bixwînim bibim karmend û te bişînim hecê'. Înşaellah tê werî min bişînî hecê. Ez li benda te me, gelekî ji te hez dikim. Tu her tiştê min î."

- "Kurê min rayê min nedan"

Abdullah Demirê ji bo Fatîhê kurê xwe çalakiyê didomîne jî got dixwaze bigihîje ewladê xwe.

Demir wiha axivî: 

"291 roj e em çalakiyê didomînin. 280 sal jî derbas bibe em ê dewam bikin. Ez gelekî li pey kurê xwe geriyam. Rayê min nedan. Di van da merhemet, wijdan tune ye. Ma îradeya zarên 12, 14, 16 salî çawa heye? Zarokan dixapînin, dermanan didin wan û dibin çiyê. Heke têkiliya HDPyê bi wan ra tune be çima tên dibêjin 'Ev li Iraqê, ev li Sûriyeyê hatiye kuştin'. Rêya HDPyê eşkere ye. Merivên li vê derê hesreta zarên xwe mane."

Demir got ku ew ê çalakiyê bidomînin û wiha pê da çû: "Hetanî ewladê xwe hilnedin em ji vê derê ranabin. Ez bangî hemû dayikan dikim. Bira werin, zarên xwe bixwazin. Li Almanyayê jinikek bi tena serê xwe ji bo qîza xwe têkoşînê dide. Meriv xwe qurbana dayikên wisa dike. Dê ew e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE