Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

"Ez dixwazim ewladê xwe ji PKK û HDPyê bistînim. Heya ku ewladê xwe hilnedim jî ji vê derê ranabim"

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 318emîn.

Di destê dayika da wêneyên zarokên wan hene û bendewariyê dikin. Ji dayikan Aydan Arslanê diyar kir, ew ê ji bo Aysuna keça xwe çalakiya xwe bidomîne.

Arslanê wiha got, "Em heta ewladên xwe hilnedin, em ji vê derê naçin, em biryardar in. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bira ewladên me bidin. Em dixwazin bigihêjin zarokên xwe. Em ewladên xwe ji HDPyê dixwazin. HDPyê ew revandin, xapandin."

Arslanê bangî malbatên din ên ku ewladên wan hatine revandin jî kir û wiha got: "Heke me dibînin û dengê me dibhîzin, bira ew jî werin. Bira ew jî curet bikin û werin. 15 ewlad hatin, înşeallah yê me yê jî werin. Em jî dixwazin wê kêliyê, wê kêfxweşiyê bibînin."

Arslanê bangî keça xwe kir ku were teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Şevket Bîngolê bav jî diyar kir, ji destpêka çalakiyê heta niha HDPyê tu daxuyanî nedaye wan.

Bîngol got, "Dixwazin bira daxuyaniyê bidin, dixwazin nedin, em ê çalakiya xwe heya dawiyê bidomînin. Bira dinya jî HDP jî vê bizanibe." û wiha dewam kir:

"Ez dixwazim ewladê xwe ji PKK û HDPyê bistînim. Heya ku ewladê xwe hilnedim jî ji vê derê ranabim. Bira HDP ewladê min û yên hemû malbatên vê derê bîne. Lewra HDP berpirsyar e. Tu PKKyiyek li serê çiyê namîne, wê bibînin, em ê pişta wan bişkênin. Bi destûra Xwedê em ê hemû zarokan bînin. Ev welêt wê tu wextî perçe nebe. Kes nikare perçe bike. Bira êdî dilê tu malbatê neşewite, em vê dixwazin." 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE