Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 376an da dewam dike.

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 376an da dewam dike.

Semra Talmaça dayika Mehmet Şeyhmus Talmaçê 5 sal berê ji Diyarbekirê hat revandin çiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku HDPyê kurê wê revand çiyê.

Talmaçê got hetanî bigihêje kurê xwe ew ê çalakiyê bidomîne û wiha axivî: "Heke wijdana wan hebe, merhemeta wan hebe bira kurê min berdin."

Talmaçê bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha pê da çû: "Em bi malbatî li benda te ne. Xwe bispêre dewletê. 16 zarok hatin, kurê min tu jî were. Heke dengê min dibihîzî were diya xwe kurê min. Xwezila kurê min nika li vê derê bûya min hembêz bikira. Ez bi hêvîdarî li benda roja hatina kurê xwe me."

Abdullah Demirê ji bo Fatîhê kurê xwe çalakiyê didomîne jî got 376 roj e çalakiyê didomîne.

Demir diyar kir ku HDPyiyan kurê wî birin rêxistinê û wiha axivî: "Hemû zarok birin teslîmî PKKyê kirin. Êdî bira hêsrên dayikan bidin sekinandin. Kurê min lêxe were teslîmî edaletê bibe. Dewleta me bi quwet e. 16 zarên me hatin teslîm bûn û dê û bavên xwe ra çûn malên xwe. Ji vê xweştir çi heye. Bi îzna Xwedê em ê jî bigihîjin zarên xwe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE