Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê di roja 347an da dewam dike

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 347an da dewam dike.

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê di roja 347an da dewam dike

 Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 347an da dewam dike.

Kamîle Kuçukdaga beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku hetanî kurê wê neyê dev ji çalakiyê bernade.

Kuçukdagê destnîşan kir ku kêmzêde salek e ji bo ewladên xwe têkoşînê didin, bi tenê ji bo ewladên xwe çalakiyê dikin wekî mayîn armanceke wan a din tune.

Kuçukdagê got ciyê zarokan cem dê û bavên wan e û wiha pê da çû: 

"6 sal e kurê min miriye yan li jiyanê ye ez nizanim. 6 sal e hesreta dengê wî mame. Kurê min heke min dibînî an jî dengê min dibihîzî û hinekî jî min difikirî lêxe were. Êdî bes e, taqeta min nema. Birayê te tu nedîtî, her êvarê ji bo te digrî û dia dike. Li vê derê nabêjin nexweşî, havîn, zivistan, rojî li te digerin. Ez ê dev ji te bernedim. Kurê min em hesreta dengê te û bîna te ne. Êdî bes e naxwazim resma te ya kaxiz mêze bikim. Ez dixwazim te hembêz bikim."

Haci Gugerê ji bo Doganê kurê xwe yê 5 sal berê li Diyarbekirê xapandin û derxistin çiyê jî got 347 roj e li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê nobeta ewladan didomînin.

Guger wiha axivî: "Kurê min ji vê avahiya HDPyê birin. Ez dizanim ku ji avahiya HDPyê bi hezaran kes birin. Mixabin dest û piyên me girîdayî li vê derê ne. Ez bangî kurê xwe dikim ku bira zû dev ji vê şaşiyê berde, vegere malê cem xuşk û birayên xwe. Tu kesî ew bêxwedî nehîşt, hetanî mirinê em li peyê wî ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE