Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê didome

"Heta ez zarokên xwe hilnedin, em di ciyekî da naçin. Em ewladên xwe ji HDPyê dixwazin. HDPyê zarokê min dizî û bir. Kurê min êtîm bû, ka çi ji kurê min xwestin? Kurê min Aziz dengê min tê te, were teslîmî hêzên me yên ewlekariyê bibe."

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê didome

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 373yemîn.

Guzide Demira ku ji bo kurê xwe Aziz ku 4 sal berê dema 16 salî bû hat revandin, di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku ew ê çalakiya xwe bi biryar bidomînin û wiha got:

"Heta ez zarokên xwe hilnedin, em di ciyekî da naçin. Em ewladên xwe ji HDPyê dixwazin. HDPyê zarokê min dizî û bir. Kurê min êtîm bû, ka çi ji kurê min xwestin? Kurê min Aziz dengê min tê te, were teslîmî hêzên me yên ewlekariyê bibe."

Abdullah Demir jî ku ji bo kurê xwe Fatih, çalakiya rûniştinê didomîne, diyar kir ku baweriya wan tam e ku ew ê bigihêjin ewladên xwe û wiha dewam kir, "Salek derbas bû. Me negot havîn, zivistan, nexweşî û cejn em li vê derê rûniştin. Dê li vê derê di çalakiyê da ne, bav jî li malê ji zarokan ra xwarinê çêdikin. Heger wijdana van hebûya, dê ev yek bikirana?"

Ji aliyê din va dayik Gulşen Çetin jî ji bo kurê xwe Erdal ku li Diyarbekirê 5 sal berê gava 13 salî bû, hat revandin, di 1ê îlonê da beşdarî çalakiyê bû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE