Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê

"Em bi tenê zarên xwe dixwazin"

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 254an da dewam dike.

Zumrut Salîma ku ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji bo Hemzeyê kurê xwe yê 6 sal berê hêj 14 salî bû xapandin revandine serê çiyê beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku kurê xwe ji HDPyê dixwaze û hetanî hilnede jî ew ê neçe.

Salîmê got, "Ji me û zarên me çi dixwazin?" û wiha pê da çû: 

"Ev çi zilme tînin serê me? Bira zarên me bînin. Em bi tenê zarên xwe dixwazin. Kurê min li ku derê bî lêxe were. Min mala xwe hîşt ji bo te hatim vê derê. Kurê min bireve were teslîmî dewletê bibe. Ew dera ciyê te nîne."

Şevket Bîngolê bi hêviya bigihîje Tuncayê kurê xwe yê ku 6 sal berê revandin serê çiyê diyar kir ku 6 sal e hesreta kurê xwe ma ye.

Bîngol diyar kir ku ligel xetereya vîrusa koronayê dîsa jî tên ji bo zarên xwe çalakiyê didomînin û wiha pê da çû: "Li avahiya HDPyê kurê min qeyd kirin û şandin Qendîlê. Zarên me ji mirinê ra hîştin."

Şevket Bîngol bangî kurê xwe kir û wiha got: "Kurê min bireve were teslîmî polês û eskeran bibe."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE