Li Îzmirê 3 malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandiye û derxistiye serê çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Îzmirê ya HDPyê "nobeta ji bo ewladan" dabûn destpêkirin, didomînin.
Mehmet Laçînê li pêşiya avahiya bajêr a HDPê ya Îzmirê ku ji bo ewlada xwe nobeta daye destpêkirin didomîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî pişt ji tevgera dayîka Hacer a li Diyarbekirê hilda û ji bo qîza xwe Gamze Laçîn a di sala 2011î da revandine serê çiyê dest bi nobetê kir.
Laçîn destnîşan kir ku çîrokên malbatan cihê ne lê derd û kulên wan heman in û wiha domand: "Di ser da 16 meh derbas bû û ez bi hêvîdarî li benda ewlada xwe me."
Yasur Dulgeyê tevlî Laçîn ji bo kurê xwe yê 28 salî ku nobetê digire jî got ku kurê wî ji alî HDP û şirêkên wê va hatin revandin.
Dulge destnîşan kir ku kurê wî şevekî nehat malê, paşê têlefona wî hat girtin û ji wê rojê pê va jî tu xeber jê derneket û wiha domand: "Ez 3 mehe ji bo ku ewladê min vegere nobetê didomînim. Dema ew hat revandin 23 salî bû û niha bûye 28 salî. Min 3 meh berê bihîst ku Mehmet Laçîn li vê derê ye û ez jî hatim cem. Heta ku kurê min bê ez ê li vê derê bim."
Muhbet Alemdag a ku ji bo dîtina kurê xwe Emrah Alemdag di 8ê Berfanbarê da tevlî nobetê bû jî got ku dewlet li pişt wan e û xwest ku bila kurê wê netirse û veger.
Di axaftina xwe da Alemdagê got: "Li kêderê ye bila were. Sebiyê wî jî heye, bila ji bo sebiyê xwe vegere. Ez bi tenê wî dixwazim."
AA