Nîqaşa İYİ Parti û HDP’ê

Li meclisê di navbera îyî partî û HDP’ê de nîqaş hebûn.

Nîqaşa İYİ Parti û HDP’ê

Li meclisê di navbera İYİ partî û HDP’Ê de li ser îmraliyê nîqaş habûn. Li ser vegotinên İYİ partiyê yên derbarê serkêşê terorê ocalan de cîgirseroka koma HDP’Ê fatma kurtalanê dengdayîn bi bîr xist. Kurtalanê ji İYİ partiyê re got “hûn bi saya dengên HDP’Ê li van kursiyan rudinên. Kurtalanê destnîşankir ku dildarên HDP û pkk’ê jî deng dane îtifaqa miletê.

Cîgirseroka Koma HDP’ê Fatma Kurtulan: Îyî partî ez ji we re dibêjim: digel we, dildarên HDP û PKK’ê jî deng dan îtifaqa Miletê ku hûn jî di nav de ne.

Cîgirserokê Koma İYİ Partiyê Yavuz Ağiralioğlu: Em ji kesên silav didin PKK’ê deng naxwazin. Me wisa got. Me got ku em ji wan kesan deng naxwazin ku silav didin Qendîlê û hurmet nîşanî Ocalan didin.

Li meclisê di navbera îyî partî û HDP’ê de nîqaş hebûn.

Sedem jî nameya serkêşê terorê bû.

Cîgirserokê Koma İYİ Partiyê Yavuz Ağiralioğlu: Ne milet ne dewlet hewcedarê daxuyaniya we nîn e. Milet bi tenê ji we dixwaze ku hûn ê werin û teslîmê edaletê bin. Em ji bo nemerdên qendîlê jî ji FETO’yiyan re jî heman tiştî dibêjin ku ew êrîşî rumeta dewleta me dikin.

Nîqaş di wê dem ê de bû ku Îyî partiyê derbarê serdana ji bo Îmraliyê de pêşniyaza komê dabû meclisê.

Cîgirserokê Koma İYİ Partiyê Yavuz Ağiralioğlu: Abdullah Ocalan serkêşê şebekeya cînayetan e. Divê wek aqilmendekî neyê dîtin.

Li ser vê vegotina Yavuz Ağiralioğluyê Îyî Partiyî Cîgirseroka Koma HDP’ê Fatma Kurtalan bertek nîşan da.

Cîgirseroka Koma HDP’ê Fatma Kurtulan: Niha hûn bi saya dengên HDP’ê li van kursiyan rûdinên. Tesîra dengên HDP’yî ji bo îtifaqa we ya bi CHP’ê re heye. Hûn ê niha çi bikin, çi bibêjin.

Li ser nîqaşan navber hat dayîn.

Pêşniyaza Koma İYİ Partiyê hat redkirin.

Dîroka nûkirinê: 05 Tîrmeh 2019, 17:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE