Nîqaşên li ser kêmkirina cezayan

Wezîr Gül: Kêmkirina cezayê wehşan wijdanan diêşîne...

Nîqaşên li ser kêmkirina cezayan

Wezîrê Dadê Abdulhamit Gül got rewşa baş ji bo kêmkirina cezayên caniyan ne hinceteke berbiçav e. Kêmkirinên wisa wijdanan diêşînin. Wezîr gül li stenbolê axivî û diyar kir ku “gel dixwaze biryarên darazê birînan derman bikin.”

Wezîrê Dadê Abdulhamit Gül: Ez bi awayekî tund û nefreteke mezin her cûre tundiya li ser jinan şermezar dikim. Di dozên li ser kuştinên hovane de bi hincetên ku bingeha wan a hiqûqî û berbiçav tune, ji bo kujerên wehş bi saya rewşa baş kêmkirina cezayê tê kirin, lê ev yek wijdana me diêşîne. Helbet daraz biryara xwe bi xwe dide. Lê gelê me dixwaze ev biryar wijdana gel neêşîne û civak û birînên civakê derman bike.

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE