Înşaeta Pira Botanê li ber qedandinê ye

Çêkirina pira ku wê 400 metre be wê heya dawiya salê xilas bibe...

Înşaeta Pira Botanê li ber qedandinê ye

Çêkirina pira Botanê ya di navbera Sêrt û Bilîsê de wê heya dawiya salê biqede. Bi saya pira 400 metre, çûyîn û hatina di navbera navçeyên Xîzan û Berwariyê de wê hêsantir û ewletir bibe.

Çemê Botan bi newaleke kûr riya Xîzana Bilîsê û Berwariya Sêrtê dibire.

Dewlet ji bo ku her du aliyên newalê bi hev ve girêbide, di sala 1975an de îhale vekiribû.

Lê ji ber sedemên cuda çêkirina pirê heta 2015an dest pê nekir.

Niha li ser newalê pireke dirêj ava dibe.

Bilindiya pirê li ser newalê 120 metre û dirêjiya rê jî 65 kîlometre ye.

Xebata li ser pirê wê heya dawiyê salê biqede û riya Xîzan û Berwariyê dê ji çûyîn û hatinê re vebibe.

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 18:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE