Înşeata xaniyên ku erdhejê xira kirin

Ji bo mexdûrên erdhejê nêzî 20 hezaran xanî tên çêkirin

Înşeata xaniyên ku erdhejê xira kirin

Beriya 8 mehan li Elazığê ji ber erdheja 6 bêhnok û 8 pileyî 41 kesan jiyana xwe ji dest dabû û gelek xanî wêran bûbûn. Xebatên ji bo mexdûran dewam dike. Ji bo kesên ku li konteyneran dimînin xaniyên rêk û pêk tên çêkirin.

Di 24ê Rêbendanê de li Elazığê bi 6 bêhnok û 8 pileyan erdhejekê rû da. Ji ser wê erdheja mezin re 8 meh derbas bûn.

Di vê navberê de xebatên ji bo mexdûran bênavber dewam kirin.

Li bajêr derdora 21 hezaran xanî yan xira bûn, yan jî xisareke zede li wan ket.

Ji bo mexdûran nêzî 20 hezar xanî tên çêkirin.

Waliyê Elazığê Erkaya Yırık got, ‘’Bi giştî ji bo 19 hezar û 843 xaniyan plan hat kirin. Înşeata 17 hezar û 593 xaniyan jî dewam dike. Piraniya înşeatan hatin qedandin.’’

A niha hezar û 722 malbat di konteyneran de dimînin.

Heta niha ji bo ku welatî karibin malan bar bikin û kirêyê bidin 114 milyon lîre hatin belavkirin.

Bi giştî wek alîkariyên civakî ji mexdûrên erdhejê re nêzî 200 milyon lîre pere hatin şandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE