"Înşellah em ê bi pergala serokatiyê di rêya xwe da bimeşin"

Erdogan piştî hevdîtina xwe ya bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn ra li Soçiyê kir, di vegera Tirkiyeyê da di balafirê da pirsên rojnamevanan bersivand.

"Înşellah em ê bi pergala serokatiyê di rêya xwe da bimeşin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Înşellah em ê bi pergala serokatiyê di rêya xwe da bimeşin. Feydeya wê tuneye ku em pergala wesayetê ya berê ku bi salan me paşda xistiye dîsa biceribînin."

Erdogan piştî hevdîtina xwe ya bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn ra li Soçiyê kir, di vegera Tirkiyeyê da di balafirê da pirsên rojnamevanan bersivand.

Serokomar Erdogan der barê hevdîtina xwe da diyar kir bi birêz Putîn ra ji xeynî Akkuyuyê li ser axivîne ku gelo dikarin bi hev ra santrala nukleerê ya duyemîn û sêyemîn çêkin û wiha got, "Gotin 'Em li serê bixebitin'."

Erdogan destnîşan kir Tirkiye li Sûriyeyê girêdayî mijarên ku bi Rûsyayê ra biryar daye û got ku di van mijaran da paşda gav avêtin tuneye.

Serokomar Erdogan der barê Brett McGurkê Kordînatorê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur yê Amerîkayê da wiha peyivî, "Ev zilam mînanî derhênerê PKK/YPG/PYDyê ye. Ketiye milê rêxistinên terorê û li wir digere. Li herêma ku ez li dijî terorîstan têdikoşim ketiye milê terorîstan û ez zehf ji ber vê aciz dibim."

Erdogan li ser pirsa der barê pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê da wiha axivî, "Heger bibe nesîb em ê li Romayê biaxivin. Îhtimaleke mezin em ê li Glasgowê jî biaxivin. Xuya ye hin gavên xêrê tên avêtin."

Serokomar Erdogan diyar kir înşellah wê bi pergala serokatiyê di rêya xwe da bimeşin û got ku feydeya wê tuneye ku em pergala wesayetê ya berê ku bi salan me paşda xistiye dîsa biceribînin.

Erdogan li ser pirsa der barê vegera koçberan da wiha got, "400 hezar jê ji Îdlibê ji milyonekî zêdetir kes vegeriyan malên xwe. Xebatên ku Sûriyeyên bûbûn mêvanê me bi silametî vegerin bênavber didomin."

Serokomar Erdogan diyar kir di xebatên fezayê da pêşniyaza wî (ya Putîn) ya di asta pir pêşketî da heye û wiha pê da çû, "Xebatên agirkirina roketê ya ji platforma ji beja û behrê pêşniyaz kir. Di mijara S-400î da pêvajoya me didome. Em paşda gav navêjin. Em bi berfirehî axivîn ku hê pêşva bibin. Di çêkirina keştiyan da jî em dikarin bi hev ra bixebitin. Heya keştiyên bin behrê em ê bi Rûsyayê ra gavên muşterek biavêjin."

Erdogan diyar kir mijareke bi taybetî li serê sekinîne jî hebûna PKK/YPGyê ya li Moskovayê ye û wiha got, "Mîn anî bîra Putîn. Min got 'em hevkariya xwe ya têkoşîna dijî terorê da' zêde bikin.

Serokomar Erdogan der barê êrîşên li Sûriyeyê da wiha peyivî, "Ji bo cîbicîkirina rêkeftinên digel Rûsyayê yên ji bo bidawîkirina hebûna rêxistina terorê PKK/YPGyê ya li van herêman, çi pêwîst dike divê bê kirin."

Serokomar Erdogan got ku zû yan jî dereng divê Amerîka ji wir derkeve û Sûriyeyê ji gelê Sûriyeyê ra bihêle.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE