NYê bertek nîşanî biryara Trump da

Guterres daxuyaniyeke nivîskî da û Trumpê ku gotibû ew ê fona 500 milyon dolar a Amerîka dide rêxistinê heta jêpirsîn biqede didin sekinandin, rexne kir.

NYê bertek nîşanî biryara Trump da

 Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres tevgera Serokê Amerîkayê Donald Trump ya di mijara belavbûna şewbê da Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) kêrnehatî dît û bi vê hincetê jî alîkariya (fon) Amerîkayê dida RTDê da sekinand, rexne kir û got: "Di vê dema têkoşîna li hemberî vîrusa koronayê dewam dike da divê alîkariya mirovahî ya ji saziyên alîkariyê yên mirovahî ra tê bi tu awayî neyê birîn û dem jî ew dem nîne." 

Guterres daxuyaniyeke nivîskî da û Trumpê ku gotibû ew ê fona 500 milyon dolar a Amerîka dide rêxistinê heta jêpirsîn biqede didin sekinandin, rexne kir.

Di daxuyaniya xwe ya nivîskî da Guterres destnîşan kir ku li çar aliyê dinyayê xebatkarên RTDê li eniyên herî pêş dixebitin û bi taybetî civakên destvala jî di nav da bo xwe bigihînin herkesî gelek hewl didin.

Guterres ragihand ku şewba Kovîd-19ê bo hemû dinyayê talûkeyeke gelek mezin e û wiha domand: "Di vê dema têkoşîna li hemberî vîrusa koronayê dewam dike da divê alîkariya mirovahî ya ji saziyên alîkariyê yên mirovahî ra tê bi tu awayî neyê birîn û dem jî ew dem nîne. Lê dema ku ev şewb qediya em ê vegerin û bibêjin ka çawa derketiye, bi çi awayî li dinyayê belav bûye û li hemberî wê têkoşîneke çawa hatiye dayîn bibînin lê niha na."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE