NY: Li Ukraynayê hejmara kuştî û birîndaran ji 1000î derbas bû

Stephane Dujarricê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê di birîfînga rojane da diyar kir ku li Ukraynayêji ber dagiriya Rûsyayê hetanî niha 331 sivîl hatin kuştin.

NY: Li Ukraynayê hejmara kuştî û birîndaran ji 1000î derbas bû

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Ukraynayê ji 24ê sibatê vir va hejmara sivîlên mirî û kuştî ji 1000î derbas bû.

Stephane Dujarricê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê di birîfînga rojane da diyar kir ku li Ukraynayêji ber dagiriya Rûsyayê hetanî niha 331 sivîl hatin kuştin.

Dujarric destnîşan kir ku hemara sivîlên di navbera 24ê sibatê-3yê adarê da hatin kuştin û birîndar bûn derket 1006an, ji 1,2 milyonî zêdetir kes jî ji welêt derbasî welatên din bûn.

Lêbelê rayadarên Ukraynayê dibêjin ku hejmara kuştiyan ji 2 hezarî zêdetir e.

Dujarric got ji ber ku di navbera Rûsya û Ukraynayê da ji bo sivîlan korîdora ewledar werin avakirin peyman hat çêkirin seba vê memnûn bûn, li Ukraynayê ji ber bombebarana bi rojan e dewam dike binesaziyê zirareke mezin dît.

Dujarric destnîşan kir ku di ATMyan da pere nema, li welêt di transfera pereyan da tengasî hene.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE