Nye: Bi proje û pêşnûmayên li ser Tirkiyeyê pirsgirêk çareser nabin

Profesor Nye got ku di navbera herdu welatan berjewendiyên hevpar hene. Lê ev helwesta Meclisa Emerîkayê ya li ser Tirkiyê şaş e mesele dê bi axaftinê biqede.

Nye: Bi proje û pêşnûmayên li ser Tirkiyeyê pirsgirêk çareser nabin

Siyasetnasê Navdar ê Emerîkayî Profesor Joseph Nye pêwendiyên Tirkiye û Emerîkayê, di TRT Xeberê de nirxandin û got, bi ya min mueyîde yan pêşnûmayên li ser bûyerên 1915an têkiliyên me ne xurt dikin ne jî çareser... Profesor Nye bal kişand ku herdu welat jî di nav zehmetiyan de ne û pêşnûmayên Kongreya Emerîkayê wê di vî halî de tu tiştî safî neke.

Siyasetnasê navdar ê Emerîkayî Profesor Joseph Nye dema şerê sar bi dawî dibû, têgeha "hêza nerm" derxistibû û bi wê navdar bûbû.

TRT Xeberê bi wî re roportaj kir.

Profesor Nye got ku di navbera herdu welatan berjewendiyên hevpar hene. Lê ev helwesta Meclisa Emerîkayê ya li ser Tirkiyê şaş e mesele dê bi axaftinê biqede.

Profesor Nye : “Ez bawer nakim ku mueyîdeyên li dijî Tirkiyê bibin dermanê tiştekî. Ya hewce ew e ku bi Tirkiyê re rûnin û li ser pirsgirêkan biaxivin. heke li rojhilata navîn îstiqrar pêk bê û pêşî li rûsyê bê girtin xêra wê dê bigihîje her du welatan jî. emerîka naxwaze ku tirkiye ji nato’yê derkeve.”

Siyasetnasê navdar qala pêşnûmaya skandal ya li ser bûyerên 1915an jî kir.

NYe bal kişand ku pêşnûma tu fêdeyê nade pêwendiyên herdu welatan jî.

Profesor Nye: Ez ne bawer im ku meseleya 1915an bi pêşnûmayan çareser bibe. dibe ku li ser bûyerên wê demê fikrên ji hev cuda hebin. lêbelê divê em nehêlin bûyerên 100 sal berê rê li ber berjewendiyên me yên hevpar bigire.

Nye di panela Weqfa Mîrateya Tirkan de jî polîtikayên derve yên Emerîkayê nirxandin.

Nye ji bo şîrikiya Emerîka û rêxistina terorî YPGê ya li Sûriyê jî wiha got: Dema mesele Rojhilata Navîn be divê meriv ewilî bi dewletan re bixebite.

Profesor Nye got ku li Sûriyê polîtîkayên pasîf ên Obama rê li ber encamên xirab vekiriye û hêza Rûsyê ya li herêmê jî xurtir kiriye.

Akademisyenê bi nav û deng wiha pê de çû: Rûsya ligel lawazbûna xwe, ji Çîna ku xurt dibe, bi talûketir e.

Dîroka nûkirinê: 13 Kanûn 2019, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE