Nêzî 10 hezar kesî beşdarî Çalakiya Çavdêriya Asîman a Erzurumê bûn

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank digel ciwanan çavdêriya fezayê kir û li DAGê daxuyanî dan.

Nêzî 10 hezar kesî beşdarî Çalakiya Çavdêriya Asîman a Erzurumê bûn

 Li pêşa Çavdêrxaneya Rojhilatê Anadoluyê (DAG) ya ku teleskopa herî mezin a Ewropayê lê ye, di Çalakiya Çavdêriya Asîman a Erziromê ya 3 roj dewam kir da qedera 10 hezar kesî derbasî ber teleskopan bûn û li asîman temaşe kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê, çalakî bi himayeya wezaretên Pîşesazî û Teknolojî, Ciwanî û Werziş û her wiha Çand û Turîzmê va û bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin Erziromê, Zanîngeha Ataturkê û Ajansa Pêşketina Bakurê Rojhilatê Anadoluyê (KUDAKA) û bi kordînasyona TUBÎTAKê hat kirin.

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank digel ciwanan çavdêriya fezayê kir û li DAGê daxuyanî dan.

Varank diyar kir ku bi bicihkirina neynika 4 metre biber û 4 ton giran a di hundirê teleskopê va sazkirina wê îsal dê temam bibe û wiha dewam kir, "Bi teknolojiyên cuda yên ku me li teleskopê zêde kirine va ew yek dê mumkin be ku em dîmenên nettir ên ji Telskopa Hubbleê werbigirin. Mîna Teleskopa James Webb dê çavdêriya jêrsor bike. Dibe ku keşfa fezayê ya din ji vê teleskopê ji Erziromê derkeve."

500 kon hatin vegirtin

Ji bo Çalakiya Çavdêriya Asîman a Erziromê ji 71 parêzgehan 1800 kesî serî lê da, 600 kesên ku beşdar bûn jî bi peşkê hatin diyarkirin. Li qada çavdêriyê ya li Lûtkeya Karakayayê bi qasî 500î kon hatin vegirtin. Di seranserî maweya çalakiyê da bi qasî 10 hezar kesî beşdariya çalakiyê kir.

Bi 30 teleskop û 5 îstasyonên çavdêriyê yê ku ji hêla pisporên TUBÎTAKê hatin sazkirin, çavdêriya Heyv, Tav, stêrk û gerstêrkan hat kirin.

- Çalakiya dawîn a salê dê li Antalyayê were kirin

Piştî Diyarbekir, Wan û Erziromê çalakiya çavdêriya asîman a dawîn dê di navbera 18-21ê Tebaxê da li Antalyayê were kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE