Midûrê AFADê yê Qersê Oktay Aygan ragihand nêzî 70-80 kesên li xeta telesiyejê ya Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê mehsûr mabûn hatin xilaskirin.
Li Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeya ya navçeya Sariqamîşa Qersê li herêma Karanlikdereyê telesiyejê erize da û cendirmeyan hin kesên ku di telesiyejê da mehsûr mabûn xelas kirin.
Waliyê Qersê Turker Oksuz: "(Erizeya telesiyejê ya li Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê) Erzeyek mekanîk bû, di demeke kurt de çêbû û hat berterefkirin. Vê gavê tu problem tune, hemî baş in."
AA