Gundê Poyraza Elezîzê tenê 10 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e, lê welatî ji ber bêaviyê her roj 2 kîlometreyan dimeşin û diçin serê kaniyê. Welatî dixwazin ev pirsgirêka wan were çareserkirin.
Dar û ber hişk bûne, welatî nexweş dikevin…
Li gundê Poyraza Elezîzê ku tenê 10 kîlometreyan ji navenda bajêr dûr e, ne ji bo vexwarinê ne jî ji bo avdanê av heye.
Welatî di destê wan de meter nêzî 2 kîlometreyan dimeşîn û encex digihêjin serê kaniyê.
Xelqê gund dibêje: “Ne ji bo destmêjê ne jî ji bo şuştina firaqan av heye.”
Ji ber bêaviyê gelek kesan mala xwe birine bajêr.
Gundiyê Poyrazê dixwazin tavilê pirsgirêka wan a bêaviyê bê çareserkirin.