Öcalan bangî HDPê kir

Serkêşê rêxistina terorî PKKê Abdullah Öcalan bangî HDPê kir ku di hilbijartinên Stenbolê de bêteref bimîne..

Öcalan bangî HDPê kir

Serkêşê rêxistina terorî PKKê Abdullah Öcalan bangî HDPê kir ku di hilbijartinên Stenbolê de bêteref bimîne.

Abdullah Ocalanê serokê terorîstan ji bo hilbijartina Şaredariya Mezin a Stenbolê ji bo HDPyê banga bêterefiyê kir.

Doç. Dr. Alî Kemal Ozcanê ku duh li Îmraliyê bi Ocalan ra hevdîtin kir daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku "Em hîn bûn ku Abdullah Ocalan bixwe bi destnivîsa xwe daxuyaniyeke bi qasî rûpelekî daye du parêzerên xwe. Me îro li girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan ra nirxandineke dirêj kir. Di hevdîtinê da dema mijar hat ser rojevê wî dizaniya ku hatiye eşkerekirin lê em hîn bûn daxuyaniya ku di 18ê hezîrana 2019an da ji ser dozgeriyê teslîmê parêzerên wî kirine hê nehatiye weşandin. Abdullah Ocalan dema bi vê yekê hesiya bertek nîşan da."

Ozcan qal kir ku Ocalan ji bo parêzerên xwe notekî dayê wî lê parêzerên wî bersiva telefonan nedan. Ozcan da zanîn ku ji ber vê yekê mecbûr ma ku daxuyaniya dihat plankirin ku bi parêzerên wî ra bê kirin tenê serê xwe dide.

Öcalan di nameya xwe de wiha bangî HDPê dike: "Texmîn dikim ku di heyama pêşiya me da hem dê pisgirêkên navxweyî, hem ên herêmî hem jî yên gerdûnî dê bêtir giran bibin û di vê çarçoveyê da parastina helwesta rêya sêyemîn gelekî girîng û watedar e. Di vê çarçoveyê da feraseta îtîfaqa demokratîk a ku di HDPyê da çêbûye divê ji bo nîqaşên hilbijartinê neyên fedakirin. ji ber vê jî ez bangî HDPê dikim ku di hilbijartinê de bêteref bimîne."

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE