Li dibistaneke Siirtê, ji bo kifşkirina huner, cewher û qabîliyetên zarokan odeya hobiyê hat amadekirin. Zarokên ku tên vê odeyê li gorî meyla xwe bi kar û henran re mijûl dibin.
Perwerdeya herî baş, perwerdeya li gorî derûnî û meylên mirov e.
Ji bo vê, heta zarokek baş neyê naskirin, perwerdehiya wî jî baş nameşe.
Di vê çaçroveyê de li dibistaneke Siirtê ji bo kifşkirina cewher û kapasîteya zarokan bi navê Odeya Hobiyê, odeyeke taybet hat amadekirin.
Zarokên ku tên vê odeyê li gorî meyl û qebîliyetên xwe ji muzîkê bigirin heta lîstikên zekayê bi gelek bi kar û baran re mijûl dibin. Qabîliytên wan di vê pêvajoyê de baştir kifş dibin.