Li Muradiyeya Wanê 2 mamosteyan, ji bo xwendekarên xwe odeyeka xwe kirin atolye. Mamosteyên ku jin û mêrên hev in ji bo xwendekarên xwe kursa çêkirina peykeran û xezkirina wêneyan didin. Xwendekaran jî gelek berhemên xweşik çêkirin.
Odeyeke xwe kirin atolye.
Û ji bo xwendekarên xwe kursên peyker û wêneyan vekirin.
Mamoste Abdullah û hevsera wî mamoste Meral ji bo xwendekarên xwe hewl û xîretê didin.
Li mala xwe kurs vekirin û teknîkên çêkirina peyker û wêneyan hînî wan dikin.
Xwendekar jî li ber derstê mamosteyên xwe hînî çêkirina berhemên hunerî dibin,
Û berhemên ji hev xweşiktir çêdikin.
Xwendekaran peykerê qehremanê 15ê Tîrmehê, yê Şehîd Halis Demir jî çêkirin.