OGS betal dibe HGS dimîne

Hat gotin ji 31ê Adarê pê va bihayê derbasbûna otorê û pireyan wê bi Pergala Derbasbûna Zû (HGS) bên dayîn.

OGS betal dibe HGS dimîne

Midûriya Giştî ya bejayê daxuyand ji 31ê Adarê pê va Pergala Derbasbûna Otomotîk (OGS) wê bê rakirin, bihayê derbasbûna otorê û pireyan wê bi Pergala Derbasbûna Zû (HGS) bên dayîn.

Li gor daxuyaniya Midûriya Giştî ya Rêbejayê bihayê derbasbûna otorê û pireyan bi OGS û HGSyan tê birîn, lê ji ber ku di çûyîn û hatinê da carna tevlihevî çêdibe ev pergal wê bê guherandin.

Hat gotin ji 31ê Adarê pê va bihayê derbasbûna otorê û pireyan wê bi Pergala Derbasbûna Zû (HGS) bên dayîn.

Hişyarî hat dayîn ku şofêrên di wesayîta wan da HGS tune ne ji bo ku mexdûr nebin bila ji bankaya ku OGS bêpere hildabûn ji wir dîsa bê pere biguherînin HGSyê û bi rehetî herin û bên.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE