Oktay: "Bi awayekî giran wê berdêla vê êrîşa bêbext bidin"

"Hêzên rejimê û Esedê ku di dîrokê da wê wek serkêşê dewleta terorê cih bigire bi awayekî giran wê berdêla vê êrîşa bêbext bidin."

Oktay: "Bi awayekî giran wê berdêla vê êrîşa bêbext bidin"

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay diyar kir ku Esed û hêzên rejimê di dîrokê da wê wek sûcdarên şer cih bigirin û awayekî giran jî wê berdêla êrîşa bêbext a li Îdlibê bidin.

Oktay der barê êrîşa bêbext a li Îdlibê ku hat kirin da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Hêzên rejimê û Esedê ku di dîrokê da wê wek serkêşê dewleta terorê cih bigire bi awayekî giran wê berdêla vê êrîşa bêbext bidin."

Oktay bi bîr xist ku eskerên Tirkiyeyê ji bo pêkanîna ewlehiya sînor li Îdlibê cih digirin û ji eskerên birîndar ra dia kir û bo eskerên şehîd jî sersaxî da.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE