Operasyona Bylock’ê:55 gumanbar hatin binçavkirin

Derbarê 50 eskerên muzawaf ên Cendermeyê de biryara binçavkirinê hat dayîn

Operasyona Bylock’ê:55 gumanbar hatin binçavkirin

Lêpirsînên li ser telefonên biankesor yên li dijî şaxa fetö’yê yên li hêzên çekdar ên Turkiyê bi îfadeyên bersûcan dewam dikin. Derbarê 50 eskerên wezîfedar ên fermandariya cendermeyê de biryara binçavkirinê hat dayîn. Di lêpirsîneke din de jî derheqê 55 gumanbaran de ji ber bylockê biryara binçavkirinê hat derxistin.

Hat tespîtkirin ku di Fermandariya Giştî ya Cendermeyê de, hin wezîfedar bi rayedarên payebilind ên FETÖ’yê re bi telefonên biankesor li ser hev axivîne. Lêpirsîna derheqê wan kesan de dewam dike.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi saya îfade û teşhîsên wan kesên ku berê hatine girtin û poşman bûne, derbarê 3 tegmen û 47 binefser bi temamî 50 eskerên gumanbar de biryara binçavkirinê da.

Hat diyarkirin ku hemû gumanbar muzawaf in û hêj li ser kar bûn.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di lêpirsîneke din a li dijî FETÖ’yê de jî derbarê 55 gumanbaran de ji ber bikaranîna Bylockê biryara binçavkirinê derxist.

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE