Wezareta Karên Navxweyî li xeta navbera Diyarbekir-Batmanê bi hezar û 440 cendirme, polês û gundparêzan "Operasyona Dafik-6 Zorî" da destpêkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin ji bona berterefkirina terorîstên li Qada Sitargehê ya Zoriyê Fermandariya Cendirmeyên Herêma Diyarbekirê û Fermandariya Cendirmeyên Batmanê li xeta di navbera Diyarbekir-Batmanê da bi hezar û 440 cendirme, polês û gundparêzan û 95 tîmên operasyonel "Operasyona Dafik-6 Zorî" dane destpêkirin.
AA