Operasyona dijî endamên DEAŞê:18 kes bi çekên xwe hatin girtin

Wezîr Soylu di vekirina Komeleya Agasalilara Trabzonê ya li Tuzlayê da axivî.

Operasyona dijî endamên DEAŞê:18 kes bi çekên xwe hatin girtin

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir ku di operasyona dijî endamên DEAŞa rêxistina terorê yên amadehiya çalakiyê dikirin da li gelek bajêran 18 kes bi çekên xwe yên ji bo ku pê çalakiyê bikin va li bajarekî jî 2 kesên ku çekên wan li daristanê veşartî bûn û dema ku dê çalakiyeke mezin bikirana girtin hatin derdestkirin.

Wezîr Soylu di vekirina Komeleya Agasalilara Trabzonê ya li Tuzlayê da axivî.

Soylu agahî da ku dijî DEAŞa rêxistina terorê li bajarên cuda operasyon kirin û wiha axivî: "Ez îro pêşberî we hemûyan spasiya peywirdarên me yên ewlehiyê yên qehreman, polêsên xwe û îstixbarata me ya ewlehiyê dikim. Kareke dîrokî kirin. Li gelek bajêran 18 kes bi çekên xwe yên ji bo ku pê li Tirkiyeyê çalakiyê bikin va li bajarekî jî 2 kesên ku çekên wan li daristanê veşartî bûn û dema ku dê çalakiyeke mezin bikirana me ew girtin hatin derdestkirin. Me di ser da jî tesbît kir ku ka dê li ku û çawa bikin û çalakiya xwe çawa plan dikin."

Soylu qal kir ku dijî DEAŞ, PKK, PYDya rêxistinên terorê û her kesê ku dijî Tirkiyeyê planên wan hene têkoşîn dewam dike.

Soylu qal kir ku dervayî sînorên Tirkiyeyê operasyoneke din hat kirin û wiha axivî: "Di kordînasyona me da me ji tonekî zêdetir eroîn bi dest xist. Li welatekî din jî operasyon dewam dikin. Em şev û roj dixebitin."AA

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 10:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE