Operasyona dijî FETOyê: 36 kes hat girtin

Di operasyona li ser rêxistinbûna FETOyê ya nav Artêşa Turkiyeyê da 36 kes hatin girtin

Operasyona dijî FETOyê: 36 kes hat girtin

 Îzmir navend li 40 bajarî ji ber rêxistinbûna FETOyê ya di nav Artêşa Turkiyeyê da operasyon hat kirin û ji 47 gumanbaran 36 kes hatin girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê di çarçoveya lêpirsîna rêxistinbûna krîpto ya FETOyê ya nav Artêşa Turkiyeyê da ji bo qefaltina 54 gumanbarên ji ser têlefonên biankesor û ên li derva va bi serkêşên qaşo meleyên mehrem bûn ra hevdîtin kiribûn, biryara binaçvkirinê derxist. Di operasyona 18ê tebaxê hat kirin da ji gumanbaran 47 kes hatin binçavkirin û ji wan 34 kes hê jî li ser kar in. Muemeleyên der heqê wan da piştî ku li midûriyetan temam bû sewqî edliyeyê hatin kirin.

Ji bo 36 bersûcan ku 29 ji wan hê jî xebatkarên artêşê bûn biryara girtinê hat dayîn. Ji gumanbaran yek bi şertê kontrola edlî û 10 jî ji şert û mercên poşmanbûnê îstifade kirin û hatin berdan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE