Operasyona dijî FETOyê: ji bo 74 berşikan biryara binçavkirinê

Di nava berşikan da 6 albay, 3 yarbay û 3 jî bînbaşi hene

Operasyona dijî FETOyê: ji bo 74 berşikan biryara binçavkirinê

Di lêpirsîna pêkhateya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya di nava Artêşa Tirkiyeyê da ji bo 74 berşikên 32 jê eskerên muwezef, biryara binçavkirinê hat dayîn.

Bi destê Buroya Teror û Sûcên Rêxistinbûyî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, di lêpirsîna pêkhateya FETOyê di nava Artêşê da navên kesên nû ku di gotinên lixwemukirhatiyan da derbas dibe û bi têlefona biankesor ku rêxistin diemilîne, li wan geriyane, hatin tesbîtkirin.

Di vê çarçoveyê da ji bo 74 berşikên ku 32 jê eskerên muwezef in, biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê ji bo desteserkirina berşikan, serê sibê dest bi operasyonê kirin.

Di nava berşikan da 6 albay, 3 yarbay û 3 jî bînbaşi hene.AA

Dîroka nûkirinê: 28 Gulan 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE