Operasyona dijî FETOyê ya di nav sazûmaniya TSKyê da

Di vê çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê da jê 82 muvazzaf der barê 133 şikbaran da biryara binçavkirinê hat dayîn

Operasyona dijî FETOyê ya di nav sazûmaniya TSKyê da

Li Îzmirê di operasyona dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya sazûmaniya di nav Artêşa Tirkiyeyê (TSK) da jê 82 muvazzaf der barê 133 şikbaran da biryara binçavkirinê hat dayîn.

Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê ya ku ji bo sazûmaniya FETOyê ya di nav TSKyê da dewam dike.

Di vê çarçoveyê da jê 82 muvazzaf der barê 133 şikbaran da ji ber ku di nav sazumaniya FETOyê ya TSKyê da xebatan dikin û bi îmamên mehrem ra li ser telefonê diaxivin biryara binçavkirinê hat dayîn.

Hat ragihandin yên ku der barê wan da biryara binçavkirinê hatine dayîn jê 3 albay, 
5 bînbaşî, 5 serefser, 
12 sertegmen, 
54 astsubay, 3 çawîşên pispor ên li ser kar û 14 xwendekarên dibistana eskerî, 2 albay, 2 yarbay û 3 serefserên ji ber îstifa, teqawîdbûn û ji ber karderxistinê têkiliya wan bi TSKyê ra hatine qûtkirin in.

Tîmên Midûriya Ewlehiya Bajêr Îzmir di serî da li 45 bajaran operasyoneke hevdem kirin.

Di operasyonan da 101 kes hatin binçavkirin.

Ji bo şikbarên din bên girtin xebat dewam dikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE